DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê malpera ku li ser bi sê zimanan pirtûkên kurdî tên firotin hat vekirin.
Bawer Berşevê (30) ku odeyeke mala xwe wekî navenda firotanê bi kar tîne, digel çar hevalên xwe, malpereke pirtûkfirotinê çêkir û li ser vê malperê pirtûkên kurdî difroşin.
Berşev daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew pirtûkên kurdî li ser vê malperê difroşin û diyar kir ku ew pirtûkên bêbandrol nafroşin.
Berşev got ku çar roj berê dest bi firotina pirtûkan kirin û xwendekar eleqeyeke mezin nîşan didin û wiha dewam kir:
"Me li ser çapemeniya civakî reklam kir û reklamên me hê jî dewam dikin. Bi saya wan reklaman xwendekar xwe digihînin me. Ji aliyê din ve jî weşanxaneyan jî dest bi reklama me kir. Her wiha xwendekar roj bi roj me dinasin û ji me pirtûkan distînin. Niha em bi kurmancî, tirkî û ingilîzî weşanê dikin. Ji bo zazakiya zaravayê kurdî jî xebatên me dewam dikin. Heta 15 rojên din em ê zazakî jî li ser zimanên weşanê zêde bikin."
-"Eleqeyeke mezin nîşanî pirtûkên Mûsa Anter didin"
Berşev got eleqeyeke mezin nîşan didin û wiha dewam kir: "Ji derveyî welat jî pirtûka dixwazin. Herî zêde seta Mûsa Anter dixwazin. Ev set di nav pirtûkên ku herî zêde tên firotin de ye. Niha eleqeyeke mezin heye û li me digerin. Têlefonên me bênavber lê didin."