Abdullah Tel
28 Nîsan 2017•Rojanekirin: 02 Gulan 2017
RAMALLAH
Li Şerîaya Rojava ji bo piştgiriya girtiyên filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê da greva birçîbûnê dikin, mehra sembolîk hat birîn.

Li Ramallahê bi armanca piştgiriya girtiyên filistînî konê xwepêşandanê hatibû vekirin û di merasima sembolîk da ji Kampa Penaberan a El-Emariyê mehra jin û mêrekî filistînî hat birîn.
Di merasimê da bi daxwaza "dawî li binpêkirina mafan bê û şert û mercên mehkûman çêtir bikin" dirûşm hatin berzkirin.

Ji aktîvîstên filistînî Şahr Harûn di daxuyaniya xwe da got ku bi vê çalakiya xwe xwestin ku ew bi vê peyamê piştgiriyê didin girtiyan û ji bo vê ev gav avêtine.

2 hezar filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê da mehkûm in ji bo dawî li sepandinên kêfî yên Îsraîlê û çêtirkirina şert û mercan di 17ê Nîsanê da dest bi greva birçîbûnê kiribûn.
Li gor raporên Cemiyeta Dîlan a Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da 481 li Qudsa Rojhilat 57 jê jin û 300 jî jê zarok bi tevahî 7 hezar filistînî di girtîgehên Îsraîlê da ne.