Nihat Kavşut
28 Nîsan 2017•Rojanekirin: 29 Nîsan 2017
USKUP
Li Meclisa Makedonyayê piştî hilbijartina serokê meclisê rageşî derket û di bûyeran da yek jê giran 9 kes birîndar bûn.
Li gor nûçeyên di medyaya Makedonyayê da derketin komeke rûpêçayî bi zorê dikeve meclisê û peyra rageşî derdikeve.
Tê diyarkirin di bûyeran da tevî hin parlementeran 9 kes birîndar dibin û rewşa Zijadîn Selayê parlamenterê ernawid yê rakirin nexweşxaneyê giran e.
Wek mayîn herî dawîn li ser Zoran Zaevê Serokê Giştî yê Yekîtiya Demokratên Civakî (SDSM) xwîn heye û ji meclisê hin parlementer û rojnamevanên dîl hatibûn girtin, 30 parlementer tên tehliyekirin.
- Çi qewimî?
Li meclisê di navbera alîgirên VMRO-DPMNE û SDSMyê da rageşî derketibû û rûniştina ji bo hilbijartina serokê meclisê hatibû taloqkirin.
Piştî rûniştin tê taloqkirin partiyên siyasî yên SDSM pêşengiya wan dike û di meclisê da xurt e, Talat Ceferiyê ji Yekîtiya Hevkariya Demokratîk (BDÎ) a partiya ernawid wek serokê meclisê hilbijêrin.
Alîgirên VMRO-DPMNEyê piştî Ceferî wek serokê meclisê tê hilbijartin li ber neclisê dicivin. Komeke rûpêçayî dikeve meclisê û hin parlementer û rojnamevanan dîl digirin û li wan dixin.