Li Şingala navçeya Mûsilê pevçûnên di navbera pêşmergeyan û milîtanên rêxistina terorê DÎŞIyê dewam dikin.
Hat ragihandin ku ji ber çalakiyên xwekuştinê û dafikên bibombe pêşmerge hêdî pêş ve diçin û ji ber vê bidestxistina kontrola navenda navçeyê zehmettir dibe.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê herêmê, pêşmerge û Yekineyên Parastina Gel (YPG) bi çekên giran ve êrîşê milîtanên DÎŞIyê dikin. Qismeke mezin a navçeyê hê di destê DÎŞIyê de ye. Rêya diçe çiyayê Şingalê, rêya Şingal û Rabîayê û rêya Şingal û Telaferê kete destê pêşmergeyan.
Ji Fermandarê Pêşmergeyan Qasim Şeşo daxuyand ku kontrola Şingalê hê bi temamî neketiye destê pêşmergeyan û li navendê pevçûn dewam dikin. Şeşo got ku DÎŞI bi êrîşên xwekuştinê û dafikên bibombe ve hewl dide ku pêşmergeyan bide sekinandin.
Şeşo got ku yên ku êrîşên xwekuştinê dikin hişbir bi kar tînin û dermanan dixwin, ji ber van êrîşan jî pêşmerge bi awayekî bibaldar pêş ve diçe.
Balafirên şer ên koalîsyonê yên ku serkeşiya wan Amerîka dike jî bi êrîşên hewayê ve alîkariya pêşmergeyan dikin.
Şingala Mûsilê ya ku êzdî lê dijîn, piştî ku hêzên pêşmergeyan di 3yê tebaxê da jê vekişiyan ketibû destê DÎŞIyê. 30 hezar êzdiyên ku gund û navçeyên xwe terikandin, xwe sipartin çiyayê Şingalê. 20 hezar êzdî piştî ku korîdor hat vekirin bi alîkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji ser sînorê Sûriyeyê ra derbasî Dihokê bûbûn.
Êzdiyên ku hefteyekê tî û birçî man û piştî rêwîtiyeke dirêj xilas bûn û vê yekê bala dinyayê kişand. Êrîşa li ser êzdiyan alîkariya însanî û leşkerî ya ji bo êzdiyan zêde kir. Tê gotin ku li çiyayê Şingalê nêzî 10 hezarî êzdî hene. Bi firokeyan car caran alîkariya însanî didin êzdiyan.