KERKÛK
Li Dakûka navçeya Kerkûka bajarê Iraqê, hêzê pêşmergeyan li hemberî tehdîda DAEŞê tewdîrên ewlehiyê zêdetir kirin.
Ji ber ku DAEŞê duh êrîş bir ser hêzên pêşmergeyan ên Dakûkê, li herêmê bi berfirehî tewdîrên ewlehiyê hatin hildan. Ji fermandarên hêzên pêşmergeyan Ferhat Nezer ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku, wan bihîstiye ku DAEŞ, ji bo êrîşê herêmê bike amadehiyan dike û ji ber vê yekê wan jî amadehî kirine û li benda êrîşê ne.
Nezer got ku milîtanên rêxistinê duh piştî êrîşê mecbûr man ku vekişin û niha ji bo êrîşeke din bikin amadehiyan dikin û wiha dewam kir: "Terorîstan duh êvarê dîsa dest bi amadehiyan kir. Me jî hejmara pêşmergeyên li herêmê zêde kir û me çekê giran sewqî herêmê kirin."
Li ser Dakûka navçeya Kerkûkê 68 gund hene. Ji van 35 gund di destê DAEŞê de ne.