25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
MOGADÎŞU
Mogadîşuya paytextê Somaliyê li ber otêla ku rayedarên hikûmetê lê diman êrîşeke bibombe hat kirin. Li gor agahiyên ewil 12 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiya çavkaniyên ewlehiyê li ser kolana Mekkeî Mukerremeyê li ber otêla ku rayedarên hikûmetê lê diman bi 2 wesayîtên bombebarkirî ve êrîşek hat kirin
Hat ragihandin ku di êrîşê de 12 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn. Di nav birîndaran de 4 kameramanên di medyaya navneteweyî de dixebitin hene.
Der barê êrîşê de ji meqamên fermî hê tu daxuyanî nehat dayîn.
Rêxistina terorê Eş-Şebabê li ser înternetê daxuyand ku wan êrîş kiriye.