25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2017
DOHA
Rojnamevanê ji Sûriyeyê yê xwedan tecrube Ehmed Muwafaq Zeydan destnîşan kir ku di hin hûrgiliyên mijara Sûriyeyê da di navbera Rûsya û Îranê da cudahiya nêrînê heye.
Zeydan ji peyamnerê AAyê ra got ku Rûsya, li gorî berjewendiyên xwe Sûriyeyeke ku bi artêşeke bihêz û laîk va tê birêvebirin dixwaze, lê ev mijar ne di bala Îranê da ye, rêveberiya Tehranê çawa ku li Iraq û Yêmenê berdewam e, jê natirse ku li Sûriyeyê jî kaos û kuştin berdewam be û ji bo Sûriyeyê şûna mekanîzmeyeke bihêz, bingeheke leşkerî ku ji milîsan pêk tê û belawela ye tercih dike.
Zeydan da bibîrxistin ku Îran bi rêya milîsên xwe dikare di dem û mekanekî guncaw da rêkeftinê xirab û sabote bike û îdia kir ji bo ku Enqere destê Tirkiyeyê bihêz bike, pêdiviya wî bi unsûrên ereb heye.
Zeydan der heqê agirbesta li Sûriyeyê ku "îxlal û bordûman berdewam in" da got ku ew di gumanê da ye wekî ku Rûsyayê bi vê rêkeftinê va xwîna ku li Sûriyeyê rêt û sûcên ku kir paqij bike û wiha dewam kir:
"Ez bang dikim ku piştevaniya muxalifên li seheyê were kirin da ku rêkeftinên li gorî berjewendiyên xelkê Sûriyeyê bi ser bikevin. Bi taybetî jî divê di mijara îstixbaratê da piştevaniya muxalifan bê kirin. Ji ber ku der heqê aliyê hember da têra xwe agahiyê nizanin. Heger ev piştgirî bihata kirin, ev qas xwîn dê nehata rêtin."
Zeydan got ku divê hemû grûbên muxalif ên Sûriyeyê li ser ajandayeke neteweyî li hev bikin û wiha xeberda:
"Tu dagirkerî ji ber şer enî neterikand û neçû. Dagirker heya ku li mala xwe qels nebe, şer nahêle û naçe. Rûsya piştî ku aboriya wê şikest ji Efxanistanê (1979-1989) vekişiya. DYA jî ji ber sedemên navxweyî mecbûr ma ji Vîetnamê (1955-1975) derket."
Zeydan polîtîkaya Îranê ya der barê Sûriyeyê da jî wiha nirxand, "Li Sûriyeyê berdewamkirina şer bi kêrî Îranê tê. Îrana ku bi 'heger tu li derva şer nekî, li hundir tu di bin tehdîdê da yî' bawerî heye, kêşeyên xwe yên navxweyî sîrayetî derva dike. Îran baş pê beled e, heger dest ji polîtîkaya xwe ya destwerdana derva bikişîne, dê li hundir bedel bide."
Herwiha Zeydan bal kişand ku divê Tirkiye di mijarê da giraniya xwe dayne û zextê li hemû layenan bike û zorê bide muxalifan da ku bibin yek û wiha got, "Pêdiviya dinyayê pê heye ku Sûriyeyê ji ser nêrîna Tirkiyeyê bibîne."