Li Mogadîşuya paytextê Somaliyê di êrîşa ku birin ser konvoya ku tê de dîplomatên Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî (MEY) hebûn de 3 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji rayedarên polêsan hatin bidestxistin li Warshada Canahaya herêma Mogadîşuyê bi wesayîta bombebarkirî êrîşî konvoya ku tê de dîplomatên MEYê hebûn û ji kampa ku wir leşkerên somaliyî tên perwerdekirin derket û ber bi Balafira Mogadîşuyê diçû, kirin.
Rayedaran dan zanîn ku li gor tespîtên ewil 3 leşkerên somaliyî û 10 kesên ku di nav wan de sivîl jî hene birîndar bûn û îdia kirin ku rêxistina Eş-Şebabê êrîş kiriye.
Der barê rewşa dîplomatên MEYyê yên ku di bûyerê de hedef hatin girtin de tu daxuyanî nehatin dayîn.