Ahmet Aydın
2017 ж. 17 маусым•Rojanekirin: 2017 ж. 18 маусым
MOGADIŞU
Hat ragihandin ku Heyva Sora Tirkî, bi qasî 13 hezar ton melzeme aîkariya mirovî, teslîmî aliyê Somaliyê kiriye.
Bi fermana Serokomar Recep Tayyip Erdogan kempîneyek bi navê "Bibe hêvî" hat sazkirin û di çarçoveya wê kempîneyê de 4ê hezîranê ji Bêndera Taşucuya Mersînê keştiya alîkariyê bi rê ket û pêr melzeme gihîştin Mogadîşuya paytextê Somaliyê.

Balyozê Tirkiyeyê yê li Mogadîşuyê Olgan Bekar di dema teslîma melzemeyên alîkariyê li Bêndera Nêvneteweyî ya Mogadîşuyê daxuyaniyek pêşkêş kir.
Bekar di daxuyaniya xwe de anî ziman ku Hikûmet û gelê Tirkiyeyê li pişta gelê Somaliyê ne û bi mebesta alîkariyê ew melzeme hatine şandin.
Balyoz Bekar destnîşan kir ku bi qasî 10,5 ton xurek, 2,5 derman weke alîkarî teslîmî aliyê Somaliyê kirine.
Ji aliyekî din ve Cîgirê Wezîrê Rêveberiya Karesatan yê Somaliyê Alî Omer Aysenî ji ber xêrxwazî û alîkariyê pesnê Tirkiyeyê da û anî ziman ku wê ew melzemeyên alîkariyê li hemî wîlayetên welêt li welatiyên muhtac bên belavkirin.