MADRÎD
Katalonyaya xweser a ku li rojhilatê Spanyayê ye dixwaze ku di 9ê sermawezê de referandûm bê çêkirin, lê belê hikûmeta Spanyayê teqez dijî vê yekê derdikeve. Nîqaşên der barê vê referandûmê de berdewam dikin.
"Navenda Lêkolînên Nêrînan" a li Katalonyayê anketek çêkir. Di encama anketê de hat diyarkirin ku heke referandûmeke bê çêkirin dê ji sedî 60ê katalanan ji bo serxwebûnê deng bidin.
Rêjeya kesên ku dê di referandûmê de dengê neyînî bi kar bînin ji sedî 22,1, rêjaya kesên bêlayen jî ji sedî 15,7 e. Hat diyarkirin ku ji sedî 87ê katalanan dê li hember encama referandûmê rêz bigirin.
Li Katalonyayê herî dawî di sermaweza 2013an de anketek manend hatibû çêkirin, di wê anketê de rêjaya kesên ku serxwebûnê dixwazin ji sedî 54,7 derketibû.
Di vê navberê de Wezîrê Karên Derve yê Spanyayê Jose Manuel Garcîa Margallo got ku di navbera referandûma Qirimê û ya ku dixwazin li Katalonyayê bikin de berbendiyek heye.
Margallo wiha axivî: "Di mijerekê tenê deberbendî heye. Ew jî li dijîbûna destûrê ye. Referandûma li Qirimê destura Ukraynayê û hiqûqa navneteweyî binxpê dike. Tu bandora wê ya fermî tuneye û di qada navneteweyî de nayê nasîn. Ez ne ji bo geflêxwarinê dibêjim, ji bo hişyarkirinê dibêjim. Heta mirov amade nebe mirov dernakeve li ser rê."