MEZARÊ ŞERÎF
Bajarê Maymanê ya wilayeta Faryaba ku li bakurê Efganistanê ye êrîşeke bibombe hat kirin û di encamê de 16 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn.
Midûrê Ewlehiyê yê wilayeta Faryabê Turyaley Abyanî daxuyand ku êrîşker bombe di motorsîkleteke sê tekerekî de bi cih kiriye û li cihê zivirînê Meyser a Maymanê teqandiye.
Abyanî destnîşan kir ku birîndar rakirine Nexwaşxaneya Efgan-Tirkê û di hedefa êrîşker de bankeyek taybet hebû.
Waliyê bajarê Faryabê Mihemdullah Betaş jî got ku kesên di êrîşe de mirin hemû jî sivîl in.
Kordînatorê Nexwaşxaneya Efgan-Tirkê Sayîd Qasim Parsa jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di êrîşê de 16 kes mirin, 36 kes jî birindar bûn. Parsa destnîşan kir ku di nav mirî û birîndaran de jin û zarok jî hene.