ERBÎL
Li Qamişloya bajarê Sûriyê di êrîşa suîqestî de Îsa Hesoyê ku Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Konseya Kurd a Bilind bû can da.
Li gor agahiyên ku nûçegîhanê AAyê hîn bû, bombeya ku di wesayîta Heso de hatibû bicihkirin hat teqandin, Heso birîndar bû lê mixabin tevî hemû mudaxaleyan nehat xilaskirin.
Aldar Xelîlê endamê Konseya Kurd a Bilind mirina Heso erê kir û dest nîşan kir ku ji ber pevçûnên di navbera Cepha Nûsra û PYDê de diqewim, suîqastên weke vê li siyasetmedarên kurd bên kirin.