NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Ji berdevkiya Sekreteriya Giştî daxuyanî hat dayîn ku Ban Kî-mon sersaxî da Tirkiye û malbata polêsê di erîşê de mir. Ban Kî-mon got ku Tirkiye bi hevkariya xwe ya bi hikûmeta Somaliyê re di bin şertên gelek dijwar de arîkariyê dide gelê Somaliyê û xebatên ji bo anîna aştî, îstiqrar û pêşketinê.
Ban Kî-mon got ku divê êrîşên terorîstan, piştgiriya welatên ku alîkariyê didin Somaliyê da ku aştî pêk bê kêm neke.
Konseya Ewlehiyê ya NYyê bi daxuyaniya xwe êrîş şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her cure terorîzm ji bo aştî û ewlehiyê dibe gef û hat xwestin ku berpirsyarên êrîşê derxînin li hember dadgehê.
Di daxuyaniyê de destlênedayina mîsyonên dîplomatîk hat destnîşankirin û hat bibîrxistin ku berpirsyariya bicîanîna ewlehiyê aîdê hikûmetên malxwe ne.