SÎÎRT
Di rêya Narlikayaya gundê Şîrwana navçeya Sêrtê hêlan ket erdê.
Di rêya Narlikayaya gundê Şîrwana navçeya Sêrtê berf heliya û di kîlometreya 8an a rêya gund da hêlan ket erdê û rêya gund bi kevir û xweliyê va hat girtin.
Ekîbên Şeftiya Şaxa 94an a Rêbejayê nêzîkî 2 saetan xebitîn û rêya gund dîsa vekirin.
Qaymeqamê Şîrwanê Mehmet Ozturk hat dewsa hêlanê li vê derê lêkolîn kir. Di hêlanê da zirar nehat mal û canê tu kesekî.
Ozturk hişyarî da welatiyan û got ku baranê dewam bike bira baldar bin.