Sevim Hatun
20 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Ji bo 14 milîsên ji Tûgaya Fatimiyyuna ku ji efxanan pêk tê û girêdayî Muhafizên Şoreşa Îranê yên di şerê li Sûriyeyê de hatin kuştin, merasima cenaze hat kirin.
Li gor agahiya ji çavkaniyên medyaya Îranê hatin hildan, cenazê 14 kesên di şerê li Sûriyeyê de hatin kuştin li parêzgeha Xorasan, Qûm, Tehran, Elburz, Fars û Îsfehanê hatin veşartin.
Li gor reqemên nefermî, hejmara eskerên ji Îranê yên di şerê li Sûriyeyê de hatin kuştin gihîşt 2 hezar û 400î.