İbrahim Atmaca
20 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2017
DELHIYA NÛ
Li bakurê Hindistanê otobêsa rêwiyan tilolî kendal bû û li gor agahiyên ewil 25 kes mirin.
Rayedarê emniyetê Sunîl Kumar ragihand, li eyaleta Hîmaçal Pradeşê otobêsa rêwiyan ji ber sedemeke hê ne diyar e, wergeriya kendal.
Kumar diyar kir, li gor agahiyên ewil di qezayê da 25 kes mirin, 9 kes birîndar bûn.
Li Hindistanê her sal di qezayên trafîkê da ji 110 hezarî zêdetir kes dimirin.