Hat ragihandin ku li Sûriyeyê yekîneyên girêdayî Artêşa Fetîhê, li herêma Kalamûna ser Şamê 25 milîsên Hîzbûllahê kuştin û 10 milisî jî hêsîr girtin.
Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriyeyê (KŞGS) ya berpirsiyarê rêxistina mixalif e daxuyand ku, li herêma Cerûd Maaraya ser Kalamûnê di navbera yekîneyên Artêşa Fetîh û milîsên Hîzbûllahê de şer çêbû.
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku di şer de 25 milîsên Hîzbûllahê hatin kuştin û 10 milîs jî hêsîr hatin girtin.
-Eniya Şamê kontrola 5 gundên Helebê xist kontrola xwe
Ji aliyê din ve berpirsiyarê çapemeniyê yê Eniya Şamê (Cebhetû'ş Şamiiye) Huseyîn Nasir daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku yekîneyên girêdayî eniya Şamê gundê Şehba, Hasîn, Hassiye, Hasacîk û Hozê ku li aliyê bakûrê Helebê ne ji destê DAEŞê xilas kirin.
Nasir got ku şerê di navbera mixalif û DAEŞê de dewam dike.