19 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2015
İSTANBUL
Hat ragihandin ku Fermandarê Tûgayên Îmam Huseyîn Albay Muslîm Hîzab ê ku mensûbê Pasdarên Şoreşa Îranê ye li Şama paytexta Sûriyeyê hat kuştin.
Di daxuyaniya malpera înternetê "defapress.ir" a ku nêzîkê Pasdarên Şoreşê ye de hat destnîşankirin ku Albay Hîzab ê ku li Sûriyeyê wekî "serpereştê leşkerî" dimîne, li Şamê dema ku li ser wezîfeya xwe bû, mir.
Di daxuyaniyê de nehat eşkerekirin ka Albay Hîzab kengî mir. Hat gotin ku cenazeyê wî anîn Îranê û li Îsfahanê defn kirin.
Di van rojên dawîn de gelek fermandarên Îranê li Sûriyeyê tên kuştin. Heta niha 8 jê general gelek personelê payebilind ên Îranê di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de hatin kuştin.