19 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2015
BEXDA
Li Enbara bajarê Iraqê 4 mewziyên DAEŞê hatin bombekirin, di êrîşê de 11 fermandar û 65 milîtan hatin kuştin.
Şaxa agahîdayîna şer a girêdayî Wezareta Parastinê ya Iraqê daxuyand ku bi kontrola sê wesayîtên leşkerî ve milîtanên DAEŞê ji Sûriyeyê derbasî Ravaya navçeya Enbarê bûn û li wir di nav 3 mewziyên cuda de belav bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîş li 3 mewziyan hat kirin û jê 7 fermandar 47 milîtan hatin kuştin.
Hat ragihandin ku li El-Qaîma navçeya Ramadiyê jî depoyeke çekan a rêxistinê hat bombekirin. Di êrîşê de welatiyekî amerîkî, 4 fermandarên DAEŞê û 18 milîtan mirin.