Necîb li Dadgeha Cezayê ya Çarem a li Qesra Edaletê ya li Şamê derket pêşiya dadger.
Danîşîn bi tedbîrên ewlehiyê yên zêde pêk hat û her wiha Serdozgerê Sûriyeyê, xizmên qurbaniyan û gelek rojnameger di danîşînê da amade bûn.
Her wiha danîşîn di têlevîzyonan da bi awayekî zindî hat weşandin. Di salona dadgehê da Necîb kirin cihekî taybet û bi caxî.
Tê pêşbînîkirin danîşîn di rojên bê da jî bidome.
Necîbê kûzenê Beşar Esed, di navbera 2008-2011an da li Derayê wekî Serokê Şaxa Ewlekariya Siyasî peywir bi cih anîbû.
Wêne : Izz Aldien Alqasem/AA