Hêzên koalîsyona di serkêşiya DYAyê de li Sûriyeyê di 10 mehên dawîn de hezar û 774 êrîşên hewayî kirin û ji van êrîşên hewayî hezar û 200 heb bi kêrî hêzên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hatin.
DYAyê di havîna sala par de li dijî DAEŞê ji hewayê alîkariya hêzên Iraqê kir. Stratejiya DYAyê ya Sûriyeyê jî sala par di meha îlonê de dest pê kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Wezareta Parastinê ya DYAyê wergirt, têkoşîna dijî DAEŞê di meha tebaxê de dest pê kir û DYA û hêzên koalîsyonê li Iraqê 2 hezar û 850 êrîşên hewayî kirin, li Sûriyeyê jî ev hejmar hezar û 774 e. Hêzên koalîsyonê jî li welêt 4 hezar û 624 êrîşên hewayî kirin.
Hêzên DYAyê 3 hezar û 596 êrîş kirin û ji van hezar û 930 li Iraqê, hezar 666 jî li Sûriyeyê hatin kirin. Dewletên ku tevlî koalîsyonê bûn jî heta niha 920 li Iraqê, 108 li Sûriyeyê hezar û 28 êrîşên hewayî kirin.
Awistiralya, Belçîka, Kanada, Danîmarka, Fransa, Urdin, Hollanda û Îngilistan li Iraqê, Behreyn, Kanada, Urdin, Erebistana Siûdî û Emîrtiyên Ereban a Yekbûyî alîkariya operasyonên li Sûriyeyê kirin.
- Êrîşên hewayî bi kêrî PYDyê hatin
DYA li Iraqê di têkoşîna dijî DAEŞê de bi hikûmeta federal re hevkariyê dike, li Sûriyeyê jî ji ber ku hêzên li qadê teqûz nebûn, DYA li Sûriyeyê bêbiryar ma ku alîkariyê bide kîjan mixalifên Sûriyeyê.
Piştî ku Kobanê ji destê DAEŞê hat rizgarkirin, DYAyê li herêmê bi PYD û hêzên nêzî PYDyê re ket nav têkiliyê û hevkariyê dike.
Daneyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên Pentagonê wergirt jî alîkariya DYAyê ya ji bo PYDyê radixe ber çavan.
Li gor daneyan hêzên koalîsyonê li herêmên ku PYD li dijî DAEŞê şer dike di 10 mehî de hezar û 187 êrîşên hewayî kir. Hêzên koalîsyonê di 10 mehî de li tevahiya Sûriyeyê hezar û 774 êrîşên hewayî kir, piraniya van êrîşan jî li herêmên PYDyê ne.
Tê gotin ku hêzên koalîsyonê li bakurê Sûriyeyê rêyên DAEŞê digirin û bandora wê ya li ser Iraqê kêm dikin. Li gor şiroveyan li qadê şerê hêzên PYDyê ya li dijî DAEŞê jî bandorê li ser tercîha DYAyê kir.
- Bi Kobanêyê pêvajo dest pê kir
Di vê pêvajoyê de bi taybetî bandora têkoşîna li Kobanêyê zêdeye. Meha cotmehê li herêma Kobanêyê di navbera DAEŞ û hêzên kurdan de şer derket û peyra êrîşên hewayî yên DYAyê li herêmê zêde bûn. Kobanê di meha rêbendanê hat rizgarkirin û heta vê demê bi 639 êrîşên hewayî alîkarî hat dayîn. Li gor mehan dabeşkirina êrîşên hewayî wiha ne: Îlon 14, cotmeh 181, sermawez 102, kanûn 131 û rêbendan 211.
Piştî rizgarkirina Kobanêyê jî hêzên koalîsyonê li derdora bajêr êrîşên xwe yên hewayî dewam kir û rê li ber DAEŞê hat girtin.
Li dorbera Kobanêyê di sibatê da 95, adarê da 67, nîsanê da 91, gulanê da 27 û di hezîranê da 24 êrîşên hewayî hatin kirin. Li dorbera Kobanêyê ji îlonê heta niha di 10 mehan de bi tevahî 943 êrîş hatin kirin.
- Alîkariya ji bo Heseke û Tel Ebyadê
Hêzên PYDyê ber bi rojhilatê ve diçûn û daneyên Pentagonê jî nîşan dide ku li herêmên Heseke, Tel Ebyad û Ebû Kemalê êrîşên hewayî zêde bûne.
Li her du herêma di îlonê de 5, cotmehê de 5, sermawezê de 4 û kanûnê de 5 êrîşên hewayî çêbûn, ev hejmar di rêbendanê de 13, sibatê de 33, adarê de 14, nîsanê de 44 û gulanê de derket 88ê. Di hezîranê de jî 33 êrîşên hewayî hatin kirin.
- Hedefên din herêmên di destê DAEŞê de ne
Reqa û Deyruz Zor di destê DAEŞê de ne û di hedefa hêzên koalîsyonê de ne.
Li Reqayê di îlonê de 7, cotmehê de 14, sermawezê de 4, kanûnê de 14, rêbendanê de 14, sibatê de 5, adarê de 2, nîsanê de 5 û gulanê de 12 êrîşên hewayî hatin kirin. Di hezîranê de jî 19 êrîş hartin kirin û bi tevahî 96 êrîşên hewayî hatine kirin.
Li Deyruz Zorê jî di îlonê de 13, cotmehê de 15, sermawezê de 20, kanûnê de 3, rêbendanê de 13, sibatê de 6, adarê de 1 û gulanê de 11 êrîşên hewayî hatin kirin. Di hezîranê de jî 13 êrîş hatin kirin û bi tevahî 95 êrîşên hewayî hatine kirin.
Li gor agahiyan hêzên koalîsyonê di şerê di navbera Esed û komên mixalif de zêde alîkariya hewayî nedaye. Lewra DYA destnîşan dike ku armanca êrîşên li Sûriyeyê rejima Esed nîne, armanc ew e ku DAEŞ were bêhêzkirin, ji ber vê jî alîkariya hewayî didin kom û hêzên ku li dijî DYAyê şer dikin.
Li gor daneyên Pentagonê li Helebê di îlonê de 2, cotmehê de 1, sermawezê de 2, kanûnê de 5, rêbendanê de 1 êrîş hatin kirin û di sibat û adarê de êrîş nehatin kirin. Hêzên koalîsyonê li Helebê di nîsan, gulan û hezîranê de êrîşek hewayî kir.
Wek mayîn li Xumusê jî ku di navbera hêzên Esed û mixalifan de şer heye, êrîşên hewayî nehatine kirin.
Êrîşên hewayî yên koalîsyona di serkêşiya DYAyê de wiha ne:
| Cî |
Kobanî |
Reqa |
Heseke û Tel Ebyad |
Deyru'z Zor |
Heleb |
Ebû Kemal |
Xumus |
Yên Din |
Yekûn |
| Îlon |
14 |
7 |
5 |
13 |
2 |
3 |
0 |
0 |
44 |
| Cotmeh |
181 |
14 |
5 |
15 |
1 |
0 |
0 |
11 |
227 |
| Sermawez |
102 |
4 |
4 |
20 |
2 |
0 |
0 |
7 |
139 |
| Kanûn |
131 |
14 |
5 |
3 |
5 |
2 |
0 |
4 |
164 |
| Rêbendan |
211 |
14 |
13 |
13 |
1 |
3 |
0 |
1 |
256 |
| Sibat |
95 |
5 |
33 |
6 |
0 |
0 |
0 |
3 |
142 |
| Adar |
67 |
2 |
14 |
1 |
0 |
0 |
0 |
3 |
87 |
| Nîsan |
91 |
5 |
44 |
|
1 |
0 |
0 |
0 |
141 |
| Gulan |
27 |
12 |
88 |
11 |
1 |
0 |
0 |
1 |
140 |
| Hezîran 1-21 |
24 |
19 |
33 |
13 |
1 |
0 |
0 |
0 |
90 |
| Yekûn |
943 |
96 |
244 |
95 |
14 |
8 |
0 |
30 |
1430 |
| |
|
|
|
|