Li başûrê Pakistanê ji ber germê nexweşî zêde bûn û hejmara kesên ku mirin gihîşte 600î.
Serokwezîrê eyaleta Sîndhê, Seyyîs Kayyum Alî Şah daxuyand ku li navenda eyaletê 200 kes ji ber nexweşiyên ku ji germê peyda dibin, mirin.
Li Karaçiyê di 4 rojên dawîn de 450 kes ji ber germê miribûn. Rayedarên nexweşxaneyan daxuyandin ku hê 1500 kes di nexweşxaneyan de tedawî dibînin û niha di nexweşxaneyan de cih nemaye.
Li eyaleta Lahorê jî 450 jê giran ji hezarî zêdetir kes di nexweşxaneyan de ne.
Li Pakistanê ji ber ku ceyran kêm e gelek caran ceyran diçe û klîma naxebitin. Tê gotin ku ji ber vê sedemê jî gelek kes dimrin.
Ofîsa Meteorolojiyê ya Pakistanê daxuyandibû ku li welêt germahî wê heta 24ê mehê zêde bibe.