26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Donald Trumpê roja înê sond xwar û bû Serokê 45emîn ê DYAyê, hevpeyvîna xwe ya ewil ji kanala ABCyê da Davîd Muîr.
Hevpeyvîn li Qesra Sipî hat kirin û Trump der barê penaberên ji Sûriyeyê da wiha got: "Di encama şerê naxweyî ya li Sûriyeyê bi milyonan kes penaber bûn. Divê penaber di ciyê dewletên Ewropayê da li welatê xwe li herêmên ewle bimînin. Ez ê ji bo xelkê Sûriyeyê teqez herêmên ewle çêkim. Bi ya min Ewropa deriyê Almanya û dewletên din ji bi milyonan penaberan ra vekir û xeletiyeke mezin kir."
Trumpê berê jî qala avakirina herêmên ewle dikir, dibe di van rojan da biryarnameyek serokatiyê îmze bike. Di biryarnameyê da ev pêşniyaz jî cî digire.
- "Pêşniyaza bira misilmanan hilnedin DYAyê nîne"
Mijareke din a ku di bernameyê da derket pêş jî zexmkirina rejima vîzeyê ya bona kesên ku tên DYAyê ye û herwiha bi taybetî jî kesên ku ji hin welatên kifş tên dê ji prosedurên zexmtir ên ewlekariyê derbas bin.
Ji bo pirsa Muir a gelo helwesta nû ya vîzeyê tê wê wateyê ku "dê misilmanan hilnedin DYAyê", Trump wiha bersiv da, "Nexêr, ev ne qedexekirina misilmanan e, lê der heqê wan welatan da ye ku di xwe da terorê dihewînin. Mirovên ku ji van welatan tên, li vir dibin sedema gelek pirsgirêkan. Jixwe ev mirov nebin jî gelek kêşeyên welatê me hene."
- "Meksîka pereyê dîwar sedî 100 wê bide"
Trump ji bo dîwarê di navbera sînorê Meksîka û DYAyê dîsa axivî û got mesrefa dîwar wê ewil baca Amerikayê dabîn bikin. Trump got ku di demeke kin de wê ligel hikûmeta Meksîkayê biaxive û wiha peyivî: "Meksîkayê sedî sed pereyê dîwar bide."