26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
RIYAD
Balafirên şer ên F15-SA yên ku Erebistana Siûdî ji Amerîkayê stendibû jê qismekî ewil li Riyadê bi merasimê va teslîmî hêzên esmanî kirin.
Di sala 2012an de di navbera Erebistana Siûdî û Amerîkayê de ji bo kirîna 84 balafirên şer peymanek hatibû çêkirin. Li gor vê peymanê Erebistana Siûdî qismekî balafiran di 50emîn salvegera avabûna Mekteba Herbê ya Hewayê ya Qral Faysal de teslîm hilda.
Li Baregeha Esmanî ya Qral Selman merasimek hat avakirin. Ji bilî Qral Selman Serokê Dewleta Sudanê Omer el-Beşîr, Wezîrê Parastinê ya Erebistana Siûdî Welîehd Mihemed bîn Selman jî beşdarî merasimê bûn.
Ev balafir li gor balafirên di heman astê de modern in. Ev balafirên şer ên ku ji hêla sîstema radarê û elektronîk ve gelekî pêşva çûne wê heta sala 2025an biaktîf di hêzên esmanî de bêne xebitandin.
Di nav saetekê de ev balafir dikarin bi 2 hezar û 655 kîlomêtroyî herin û dikarin 18 hezar û 200 mêtro bilind bifirin.