Ömer Koparan
25 Sibat 2026•Rojanekirin: 28 Sibat 2026
Li bakurê rojhilatê Sûriyeyê, li herêma Kampa Holê ya ku ji dagirkeriya rêxistina terorê YPGyê hat xilaskirin goristaneke ku lê 1000 gorên bênav hene hat dîtin û li bendê ne nasnameyên wan bên tesbîtkirin.
Di sala 2003yan da piştî dagirkeriya Amerîkayê, kesên ji Iraqê revîn xwe li Kampa Holê girtin, ev der bi salan di bin kontrola rêxistina terorê YPGyê da ma.
Kamp berî vê ji bo malbatên ji Iraqê hatibûn bûbû wargeh, peyra bûbû girtîgeha mensûbên rêxistina terorê DEAŞ û malbatên wan.
Kampa Holê ku her tim bi şert û mercên xwe yên xerab û dereînsanî tê rojevê, di sala 2015an da wextê şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji aliyê rêxistina terorî YPGyê hat dagirkirin.
Kampa Holê piştî operasyona artêşa Sûriyeyê ya meha borî ji kontrola YPGyê derket û cardin bi şert û mercên xwe yên dereînsanî ket rojeva giştî ya navneteweyî.
Piştî ku kamp ket kontrola artêşa Sûriyeyê, malbatên girtî yên li vir hatin berdan û hin malbatên li vir diman jî sewqî kampeke li Helebê kirin.
Piştî dagirkeriya YPGyê goristana ku lê nêzî 1000î gorên bê nav hene derket holê û ji bo tespîtkirina nav û nasnameyan xebat tên kirin.
Li vir li ser kêlê goran tenê nimreyek û sala ku wefat kiriye hatiye nivîsandin. Li goristanê digel gorên mezin û biçûk gorên komî jî balê dikşînin.