Bi hezaran qaçax ji ber şer, feqîrî û zordariya siyasî terka welatê xwe dikin. Dema hewl didin ku bi rêya qaçaxî herin Ewropayê, di Behra Spî de dixeniqin û dimrin. Behra Spî ji ber van mirinan bû goristaneke mezin a penaberan.
Li gor daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî, ji serê salê vir ve hezar û 500î zêdetir penaber li Behra Spî di herêma Kanala Sîcîlyayê ya ku di navbera Îtalya û Libyayê de dimîne de mirin.
Di serî de Libya û Sûriyeyê li gelek welatan şerê navxweyî û rageşî heye. Ev jî dibe sedem ku welatiyên van welatan bi hatina havînê ve bêtir ji welatên xwe koç bikin.
- "Di dîroka Behra Spî de ev qeza ya herî mezin e"
Komîserê PayeBilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres der barê keştiya ku tê de 950 penaber hebû û piştî ku keştî binav bû gotibû ku ev qeza di dîroka Behra Spî de qezaya keştiyê ya herî mezin e.
Ji serê salê vir ve li Behra Spî hezar û 500î zêdetir penaber xeniqîn û vê trajediya herîn dawîn ve jî tê texmînkirin ku ev hejmar zêdetir bibe. Par di heman mehê de 90 penaber mirîbûn.
Bi tenê nav hefteyekî de li Behra Spî 13 hezar û 500 penaber hatin xilaskirin.
Li gor daneyên Rêxistina Penaberan a Navneteweyî (IOM) îsal penaberên ku mirine ji sedî 95ê wan Libyayî ne, 28 kes jî dema ku ji Tirkiyeyê diçûn Yunanîstanê xeniqîn, 15 kes jî dema ku ji Fasê diçûn Îspanyayê xeniqîn.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî jî daxuyand ku serê salê vir ve 35 hezaran zêdetir penaber ji Afrîkaya Bakur derbasî Ewropayê bûn. Par jî 219 hezar penaber ji ser Behra Spî derbas bûbûn û xwe gihandibûn Ewropayê, lê ji wan 3 hezar û 500 penaber mirîbûn.
Mirina penaberan dibe sedem ku Yekîtiya Ewropayê (YE) bê rexnekirin û YE ji ber mirina penaberan tê sûcdarkirin.
YEyê par biryar dabû ku dema keştî binav dibin hemû endamên yekîtiyê bi hev re na, bi tenê ew welatê ku nêzîkî behrê ye bila penaberan xilas bike. Di heyama dawîn de bi tenê tîmên Îtalyayê hewl didin ku qaçaxan xilas bikin, ev jî têrê nake û Îtalya bangî YEyê dike ku alîkariyê bidin Îtalyayê.