17 Tebax 2016•Rojanekirin: 18 Tebax 2016
HELEB
Hat ragihandin ku yekîneyên mixalif ên li Sûriyeyê kontrola bajaroka Çobanbeyê ya ku dikeve bakurê rojhilatê Helebê û ji aliyê stratejîk ve girîng e ji DAEŞê sitand.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî bi dest xist bi operasyona ku yekîneyên mixalif hevpar kirin kontrola bajaroka Çobanbeya li herêma ewledar a tê payîn ku di navbera navçeyên Azez û Cerablûsê ya ku ji aliyê stratejîk ve girîng e bê avakirin, ji DAEŞa rêxistina terorê paş ve sitand.
Hat destnîşankiirin ku di pevçûnên li Çobanbeyê de du endamên DAEŞê ji aliyê mixalifan ve dîl hatin girtin û gelek endamên rêxistina terorê hatin pasîfîzekirin, li hawirdora bajarokê 3 wesayîtên bombebarkirî yên DAEŞê hatin îmhekirin.
Hat gotin ku hin yekîneyên girêdayî Lîwaya Siltan Mirad, Mutesîm, Feylek eş-Şam û Eniya Şamê beşdarî operasyona navborî bûn.
Mixalifan berê niha jî di meha nîsanê de kontrola bajarokê ji DAEŞê paş ve sitandibûn lê belê ji ber lu rêxistina terorê bi wesayîtên bombebarkirî êrîş kir mixalif mecbûr mabûn ku ji Çobanbeyê derkevin.