ŞAM
Yekîneyên girêdayê artêşa Beşşar Esed, li hin bajarê Sûriyê êrîşî muxalifan kir. Di encama êrîşan de 5 jê zarok yek jî jê jin bi tevahî 34 kes mirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) daxuyanî da û diyar kir ku hêzên rejimê ji hewa û bejayê li hember muxalifan operasyon kir. Di operasyonên ku li berbajêrê Şamê pêk hatin de 10, li Helebê 4, li Îdlibê 9, li Xûmûsê 5, li Qûneytrayê 2, li Derayê 2, li Hama û Deyrûz Zorê yek û bi tevahî 34 kes hatin kuştin.
SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê jî diyar ki ku hêzên ewlekariyê di operasyonên ku li seranserê welêt kirin de gelek komên bi çek yên ku kesên biyanî jî di nav wan de hebûn berteref kirin.