Abdullah Tel
01 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2020
Li navçeya Babê ya bakurê Sûriyeyê keçikeke 10 salî ya pincar berhev dikir bi guleya ji hêrama di bin kontrola rejima Beşar Esed hat berdan va, can da.
Hêzên rejima Esed a ku li bajaroka Tedîfê ya li başûrê navçeya Babê ya di bin kontrola muxalifên eskerî da ne li başûrê navenda navçeyê gule berî sivîlên çûbûn giha û pincar berhev dikirin dan.
Di gulebarana hêzên rejimê da keçikeke 10 salî can da.
Hêzên rejimê yên li Tedîfê car caran êrîşî ser sivîlên li navçeya Baba ku di 23ê Sibata 2017an da bi Hereketa Mertalê Feratê ji DEAŞa rêxistina terorê hatibû rizgarkirin, dikin.