27 Sibat 2017•Rojanekirin: 27 Sibat 2017
ÎSTANBUL/ANKARA
Li der û dora bajarokê Tadîfa girêdayî navçeya Babê ya Sûriyeyê, di pevçûnên navbera Artêşa Azad û rejima Esed de 22 leşkerên rejimê hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Odeya Operasyonê ya Kilîs Hawarê ya ku bi hêzên Artêşa Azad ve hevpar tên temsîlkirin, hêzên Artêşa Azad li nêzîkî bajarokê Tadîfa girêdayî navçeya Babê bi milîsên artêşa rejimê re pev çûn. Di pevçûnê de 22 leşkerên rejimê hatin kuştin.
Piştî ku Bab ji hêla Artêşa Azad ku Eskeriya Tirkiyê piştgiriyê didê va hat bidestxistin, endamên rexistina terorê DEAŞê vekişiyabûn bajarokê Tadîfê. Rêxistina terorî beyî ku şer bike bajarok teslîmî hêzên Esed kiribû.
Hêzên Artêşa Azad yên ku di bin banê Operasyona Mertalê Feratê de ne û hêzên rejimê beriya vê jî li gundê Ebu Zeydînê ku li başûrê rojavayê Babê ye pev çûbûn.