ŞANLIURFA
Li gorî agahiyên ku nûçegîhanê AAyê bi dest xistiye yekîneyên hêzên rejîma Esed, ji hewayê êrîşî bajarê Deyru Zorê kir. 6 welatiyên ku di vê êrîşê de birîndar bûn bi wesayîtan anîna Derîyê Gumrikê yê Akçakaleyê.
Birîndarên Sûriyeyî, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê lê ji wan sê kes mirin. Birîndarên din jî piştî dermankirinê sewqî Şanliurfayê kirin.