Haydar Şahin
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
PEKÎN
Li Hualiena herêma li rojhilatê Tayvanê erd bi lerza 5,5an hejiya.
Li gor tesbîta Navenda Sîsmolojiyê ya Buroya Hewayê ya Navendî ya Tayvanê, li Hualienê erd bi lerza 5,5an hejiya û erdhej 10 kîlometre di binê erdê da çêbû.
Hat ragihandin ku li Taîpeiya paytext û herêmên Yîlan, Nantou, Taîtung û Yunînê jî bi erdhejê hesiyan.
Agahiyeke ku qala mirî an jî birîndaran dike nehat parevekirin.
Li herêma Hualienê di 6ê sibatê da jî erd bi lerza 6an hejiyabû, di erhejê da 17 kes miribûn.