Li Kaohsîunga bajarê Taywanê ji ber xazê teqîn pêk hat.
Di teqînê de herî kêm 15 kes mirin û 228 kes jî birîndar bûn. Ajansa Agirkûjiya Neteweyî ya Taywanê daxuyanî da û destnîşan kir ku teqîn ji ber qaçaxa xazê qewimî û 5 wezîfedarên agirkujiyê jî can dan.
Serokwezîrê Taywanê Jîan Yî-huah piştî bûyerê daxuyanî da û diyar kir danê êvarê li bajêr herî kêm 5 teqîn pêk hatin.