Ahmet Aydın
27 Sibat 2020•Rojanekirin: 29 Sibat 2020
Li Tehrana paytexta Îranê bi sedema şewba koronavîrusê (Kovîd-19) sibe dê nimêja îniyê neyê kirin.
Di daxuyaniya Navenda Lidarxistina Nimêjên Îniyê ya Tehranê de hat destnîşankirin ku Konseya Cîgirkirina Polîtîkayên Îmamên Îniyê ya Komara Îslamî ya Îranê biryar daye vê hefteyê nimêja îniyê neyê kirin.
Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê Seîd Nemekî di daxuyaniya xwe ya duh de anîbû ziman bi mebesta rêgirîkirina belavbûna şewba koronavîrusê dê li cihên ku ew şewb lê berbilav e, nimêja îniyê neyê kirin.