Li Sûriyeyê herêma Tel Abyadê (Girê Spî) ya girêdayî bajarê Raqqayê ye alaya DAEŞê hat rakirin û şûna wê alaya PYDyê hat çikandin.
Piştî ku hêzên koalîsyonê yên ku serkêşiya wan Amerîka dike ji hewayê êrîş kir û gelê herêmê xwe sparte Tirkiyeyê hêzên kurd li herêmê bi cîh bûn û herêm kete destê wan.
Hêzên kurd di kuçe û kolanan de diçin û tên û alaya DAEŞê rakirin, şûna wê alaya PYDyê çikandin. Alaya PYDyê ji Akçakeleyê jî tê dîtin.
Ji aliyê din komek sîvîl hatin li ber sînor û bendêne ku derbasî aliyê Tirkiyeyê bibin.
Hêzên ewlehiyê li herêmê tevdîrên ewlehiyê digirin.
Di nav 15 rojan de ji ber pevçûnan qasî 25 hezar sûrî xwe spartin Tirkiyeyê.