Fatmaya 3 salî ya ji Sûriyeyê ku di êrîşa bi bombeya warêlê da sûretê wê şewitî, li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanînhega Mustafa Kemal wê were dermankirin.
Sûretê Fatma Husên El Eliyê 7 meh berê ji ber êrîşa bombeya warêlê ya rejima Esed şewitî û di êrîşê da pêçiyên destekî wê jî qût bûn. Li ser vê malbatê xwe sipart Reyhanliya Hatayê.
Li ser nûçeya Anadolu Agencyê tîmên Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr Fatmayê birin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanînhega Mustafa Kemal.
Hîndekarê Şaxa Makezanista Cerahiya Estetîk û Plastîk Alk. Doç Dr. Mustafa Ozkan piştî miayeneyê wiha got: "Em ê Fatmayê 2-3 caran emeliyet bikin. Piştî emeliyetê wê sûretê Fatmayê sax bibe."
Rayedarên Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr destnîşan kirin ku miayene temam bûye û wê di demên cuda da Fatmayê emeliyet bikin.