Êzîdiyên ku di meha tebaxê de ji ber êrîşên rêxistina DÎŞIyê reviyan û xwe spartin Tirkiyeyê niha li bendê ne ku Şingala ku weke herêma pîroz qebûl dikin û Mûsil bi tevahî ji destê DÎŞIyê bên rizgarkirin.
Nêzî 4 hezar êzîdiyên 4 meh berê ji ber êrîşên DÎŞIyê ji Mûsila bajarê Iraqê reviyan û hatin Tirkiyeyê, di konbajarên ku bi destê Şaredariya Wîranşehirê hatin avakirin de bi cih bûn, niha di nav şert û mercên zehmet de jî jiyana xwe didomînin.
Êzîdiyên ku li Çiyayê Şingalê ji bo li heyatê bimînin gelek zehmetî kişandin û niha jî di kampan de bi hatina zivistanê bi gelek zehmetiyên nû re rû bi rû ne û dixwazin demildest vegerin welatê xwe.
Xezal Hiseyna êzîdî ya di kampê de dimîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku heke herêma Şingalê rizgar bibe û tu talûke lê nemîne helbet wê vegerin cihê bav û kalên xwe.
Hiseynê destnîşan kir ew operasyonên ku pêşmerge li herêma Şingalê dibe ser DÎŞIyê ji nêz ve dişopînin û wiha pê de çû: "Em wisa dibihîsin ku dorpêçî û dagirkirina rêxistina terorê têk diçe. Kurê min niha li dijî DÎŞIyê şer dike. Em dixwazin herêma ku em lê dijîn ji rêxistina terorê bê rizgarkirin."
Hemo Casimê ku di kampê de dijî jî ragihand ku ew rûdanan ji ser têlevizyonê teqîp dikin û wisa hêvî dike ku di demek kurt de ji wan re mizgîniya rizgarkirina bajarê wan bê.