İbrahim Atmaca
26 Mijdar 2018•Rojanekirin: 26 Mijdar 2018
PEKÎN
Li Tengava Tayvanê bi lerza 6,2yê erdhej çêbû.
Navenda Torên Erdhejê ya Çînê daxuyand ku li Tengava Tayvanê bi lerza 6,2yê erdhej çêbû.
Erdhej 20 kîlomêtre di binê behrê da çêbû û li eyaleta Fuciena ku dikeve başûrê rojhilata Çînê, bajarê Şîaminê di serî da li gelek bajarên qerax hat hîskirin. Li bajarên Tainan, Penghu, Kinmen, Yunlin û Chiayiyê yê Tayvanê jî erd hejiya.
Ji aliyekî din va hê tu daxuyanî nehatiye dayîn ku mirî an jî birîndar hene an na.