Abdullah Tel
09 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2021
Li rojhilatê Terhûneya bajarê Lîbyayê ya ku di Hezîrana 2020î da artêşê ji destê milîsên Xelîfe Hefter ên nemeşrû rizgar kiribû goreke komî ya nû hat dîtin.
Midûrê Tîma Saziya Lêgerîn û Tesbîta Windayan Lutfî Tewfîq ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew di bin nezareta Serdozgeriyê da xebatên kolandinê dikin.
Tewfq got ku li herêma gundewara Rabit a ser Terhûneyê wan goreke komî ya nû tesbît kir.
Di berdewamiya axaftina xwe da Tevwfîq destnîşan kir ku ekîba wan bermayiyên ji cesedên di gorê da mane derdixin û der barê jimara cesedan da jî agahî neda.