Haydar Şahin
09 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2021
Hat ragihandin ku li Endonezyayê teyareya rêwiyan a têkiliya pê ra hatibû birîn ketiye behrê.
Budî Karya Sumadiyê Wezîrê Gihandinê di civîna çapemeniyê da diyar kir ku teyare 5 deqîqê piştî rabûnê pê ra têkilî hat birîn bi 12 miretebat û 50 rêwiyên xwe va li nêzî Girava Lancang û Lakiyê yên li bakurê welêt ket xwarê. Sumadî got ku li ciyê teyare lê ket dest bi xebatên lêgerîn û xilaskirinê kirin.
Dîmenên hin parçeyên teyareyê yên li ser behrê hatin weşandin
Rayedarên Ajansa Xilaskirin û Lêgerînê ya Neteweyî jî diyar kirin ku xebatên li herêmê dewam dikin da hin parçeyên dibêjin yên teyareyê ne hatin dîtin.
Adîta Irawatiyê Berdevkê Wezareta Gihandinê diyar kiribû ku teyareya herî dawîn di saet 14.40î da pê ra têkilî danîn ji bo sefera Cakarta-Pontianakê derketibû rê.
Li Endonezyayê Boeing 737 Max 8 a teyareya Rêhewaya Lîonê ya bi hejmara sefera "JT 610"ê di 29ê cotmeha 2018an da dema ji Cakartayê diçû Girava Sumatrayê ketibû xwarê di qezayê da 189 kes miribûn.