Haydar Şahin
12 Hezîran 2020•Rojanekirin: 13 Hezîran 2020
Li Terhûneya bajarê ji milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt hat xilaskirin li pey hev merzelên komî derdikevin holê û gelê herêmê şaş û metel ma.
Li Terhûneyê ji merzelên komî ji 150yî zêdetir cesed hatin derxistin, di nav wan da cesedê jin û zarokan jî hene û ev jî mezinbûna wehşetê nîşan dide.
Di van demên dawîn da milîsên Hefter qadan didin der, ji navendên li rojavayê welêt hildabûn destê xwe vedikişin, piştî vekişîna milîsan sûcên ku kirine derdikevin holê.
Li gor reqemên Neteweyên Yekbûyî (NY) eşkere kirin bi taybetî li Terhûneyê û herêmên milîsan wekî navend bi kar dianîn 8 merzelên komî hatin dîtin.
- Di nexweşxane, bîra avê û konteyneran da cesed hatin dîtin
Artêşa Lîbyayê di 5ê hezîranê da kontrola Terhûneyê hilda destê xwe û di demeke kin da li nexweşxaneyekê 106 cesedên sivîlan ên rêça êşkenceyê li ser hebûn dîtin. Hat ragihandin ku hin cesed yên jin û zarokan e.
Hêzên hikûmeta Lîbyayê derketin lêgerîn û teqîbatê, di xebatan da li bîra avê, konteynerê û li erazî cesed dîtin, hin cesed hatibûn şewitandin.
Doxtor Burawî Mesûd Mihemed Ebû Zeydê Alîkarê Serhekîmê Nexweşxaneya Terhûneyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hingî ku milîsên Hefter ji bajêr hatine derxistin kêmzêde 160 cesed hatin dîtin.
Ebû Zeyd diyar kir ku di dolabeke morga nexweşxaneyê ya ji bo kesekî hatiye amadekirin da gelek cesed derketin, cesedê ji konteynerê û erazî hatin derxistin jî anîn nexweşxaneyê.
Li gor aghiyên Wezareta Karên Navxweyî parve kirin derket holê ku milîsên Hefter dema li bajêr bûne kesên ku dîl girtine di konteynerê da şewitandine. Hat ragihandin ku Wezareta Edaletê ya Lîbyayê ji bo lêpirsîna bûyerê komisyonek ava kir.
Bi heman awayî hat tesbîtkirin ku milîsên Hefter beriya ji bajêr derkevin çend kes înfaz kirine û avêtina bîra avê.
- Hîva Sor a Lîbyayê ji erazî bi qasî 20 cesedî derxistin
Kesekê li eraziyê xwe yê li Terhûneyê rastî merzelê komî hat diyar kir ku Hîva Sor a Lîbyayê ji eraziyê wî cesedê 20 kesên bi destê "çeteya sûc hatine kuştin" derxistin. Welatiyê nexwest navê wî were zanîn got ku li eraziyên der û dorê xebatên lêgerîna merzelên komî dewam dikin.
Mîsyona Piştgiriya Libyayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNSMIL) diyar kir ku merzelên komî yên li Terhûne û herêmên din wekî "wehşet" hatin qeydkirin. Meqamên Lîbyayê jî xwestin ku bira li ser merzelên komî "lêpirsîneke eşkere û zelal" were meşandin.
Artêşa Libyayê wîlayeta Terhûneyê hefteyekî berê ji milîsên Hefter xilas kiribû.