CEZAYIR
Li Medreseya Ebû Medyen eş-Şûayb a ku li bajarê Tilimsana Cezayirê ye ilmên îslamî bi usila medreseyê tê dayîn.
Medreseya ku bi usilên berê perwerdeyê dide navê ji xwe alim û mitesawifê endulusî Ebû Medyen eş-Şûayb hildide. Gava ku Şêx Şûayb di sala 1198an de li Tilimsanê dimre murîdên wî bi navê wî mizgeftekê ava dikin. Demek di ser re derbas dibe murîdên wî mizgeftê vedigerînin medreseyê û niha jî her kes dikare here bibîne û lê bigere.
Li medreseya ku bi usilên berê perwerdehî tê dayîn xwendekar hacetên berê bi kar tînin. Li gor usila berê xwendekar dersan ji ber dikin, di şûna kaxizê de lewheyên darîn bi kar tînin û li erdê rûdinên.