Abdullah Tel
30 Gulan 2020•Rojanekirin: 31 Gulan 2020
Li herêmeke başûrê Trablusa paytextê Lîbyayê ku ji destê milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt in hatibû rizgarkirin goreke komî ya dê, bav û du zarok tê da hat dîtin.
Ji ser hesabê fermî yê medyaya civakî ya Wezareta Karên Navxweyî ya Lîbyayê daxuyanî hat weşandin û hat gotin ku li herêma Ezîziyeyê li texma Saadiyeya ji milîsên hefter hatibû rizgarkirin yekîneyên Heyva Sor a Lîbyayê rastî goreke komî hatin û xeber dan dozgeriya herêma Ezîziyeyê.
Ekîbên şaxên tiba edlî di gora komî ya li herêmê da cesedê dê, bav û du zarokan ku hê nerizyayî derxistin û wisa tê texmînkirin ew aîdê malbetekê ye ku ji mijdara sala 2019an vir va bo wan îxbara windabûnê hatiye kirin, be.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku der barê bûyerê da lêpirsîn dewam dike û ji bo dîtin û qefaltina kiryaran jî kar û xebat didomin.