Elif Irmak
30 Gulan 2020•Rojanekirin: 31 Gulan 2020
Li Mînneapolîsa bajarê li eyaleta Amerîkayê reşikekî bi navê George Floyd dema ku bi destê polêsan dihat binçavkirin hat kuştin, li camîeya sporê herku diçe bertekên dijî vê bûyerê zêde dibin.
Kûlub, birêvebir û werzişvanên giregir ên camîeya sporê yên neteweyî û navneteweyî bi peyamên ku seranserê hefteyê ji ser çapemeniya civakî avêtin bûyera nijadperest a ku li Amerîkayê qewimî şermezar kirin.
Kûluba Beşîktaşê ji ser hesabê xwe yê Îngilizî ya Twîtterê bertek nîşanê tiştên qewimîn da û got ku "Nijadperestî ji bo cahilan sitargehek e. Armanca weê ciyawazî û tunekirin e. Dijminê azadiyê ye. Divê têkoşîn bê dayîn û koka wê bê qelandin."
Kûluba Fenerbahçeyê wêneyê Floyd parve kir û li binê wê peyama "Nijadperestî îdeolojiyek nîne, nexweşiyeke psîkolojîk e". Galatasarayê jî peyama "Nijadperestî ji bo mirovahiyê tehdîda herî mezin e. Ji bo sedemeke biçûçik nefreda maksîmum. Em her cureyê nijadperestî û cudakariyê şermezar dikin, mirinê bi bîr tînin."
Serokê Federasyona Basketbolê ya Tirkiyeyê (FBT) Hidayet Turkoglu wêneyê Floyd parve kir û got ku "Ji kerema xwe, ez nikarim nefesê hildim, nijadperestî ji bo mirovahiyê jehr e."