Dildar Baykan Atalay
09 Tebax 2023•Rojanekirin: 09 Tebax 2023
Hat ragihandin, li peravê Girava Lampedusa ya Îtalyayê tekneya koçberên bêdestûr binav bû û di encamê da 41 kes xeniqîn û mirin.
Li gorî ajansa nûçeyan a Îtalyan ANSAyê, tekneya ji bajarê Safaqesê yê Tûnisê bi rê ket û koçberên bêdestûr tê da bûn, li peravê Girava Lampedusayê binav bû.
Di bûyerê da 41 kes mirin, ekîbên Ewlekariya Qeraxan hew karibûn 4 koçberan xilas bikin.
Kesên xilaskirî diyar kirin, ew wek 45 kes derketin rê û di nav wan da 3 jî zarok hebûn.
Hat diyarkirin, tekne 6 saet piştî ku bi rê ket, bi hêza pêleke xurt binav bû.
Li gorî daneyên IOMê, ji 2014an vir va zêdeyî 14 hezar kesên xwestin ji Lîbya û Tûnisê derbasî Îtalyayê bibin, mirin an jî di behrê da wenda bûn.