KÎEV
Li gor agahiyan hejmara miriyên ku di pevçûnên li Kîeva paytexta Ukraynayê de mirin, gihîşte 28an.
Di daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê de hat diyarkirin ku hejmara kesên ku di bûyeran de jiyana xwe ji dest dan derket 28an.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji 445 kesên ku serî li nexweşxaneya dabûn, dermankirina 287 kesan dest pê kir.
Dîsa hat diyarkirin ku di nava kesên ku di nexweşxaneyê de hatine razandin de jê 88 kes peywirdarê asayîşê, 6 kes peyamnêr û kesek jî parlementer e. Ji 18 kesên birîndar, emrê 4 kesan di bin 18an de ye û 2 kes jî biyanî ne.