KÎEV
Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê Arsen Avakov diyar kir ku duh êvarê li bajarê Marîupolê komeke çekdar a nenas êrîşî yekîneya leşkeriyê kir û di êrîşê de 3 êrîşvan hatin kuştin û 13 êrîşvan jî hatin birîndarkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Arsen Avakov li ser çapemeniya civaki re daxuyanî da û diyar kir ku qedera 300 kesên çekdar duh êvarê êrîşî yekîneya leşkeriyê ya li Marîupolê kirin û di navbera êrîşvan û leşkeran de şer derket.
Avakov desnîşan kir ku di pêvçûnê de hin çekdar hatin kuştin ji bo ku hinekên din jî bikujin an jî bigrin operasyon dewam dikin.
Avakov diyar kir ku ji leşkerên hikûmetê tu kes nemiriye lê li gor agahiyên ewil 3 êrîşvan hatin kuştin, 13 êrîşvan hatin birîndarkirin û 63 êrîşvan jî hatin girtin. Avakov eşkere kir ku li cem êrîşvanan têlefonên ku xetên Rûsyayê tê de ne hebûn, ji bo nasnameya êrîşvanan derxin holê xebatên xwe didomînin.