Hat ragihandin ku li Xezeyê 9 hezar û 600 xwendekar dê sibê dest bi perwerdeyê nekin.
Berdevkê Ajansa Alîkariyê ya Penaberên Filîstînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Ednan Ebu Hasne daxuyand ku filîstiniyên ji ber êrîşên Îsraîlê xwe spartibûn 3 dibistanên li herêma Beyt Henûnê, ji ber ku qebûl nakin ji dibistanan herin 9 hezar û 600 xwendekar dê sibê dest bi perwerdeya xwe nekin.
Li gor îstatîstikên NYyê di êrîşên Îsraîlê yên ku 51 roj dewam kir de qasî 500 hezar kes xwe spartin dibistanên dewletê û UNRWAyê.
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê, yên ku 51 roj dewam kir de 2 hezar û 156 kes miribûn,11 hezaran zêdetir kes jî birîndar bibûn. Di êrîşan de 17 hezar 200 xanî, 73 mizgeft û 24 dibistan hilweşiyabûn û bi hezaran avahiyan jî xisar dîtibû.