Türkan Tosun
12 Tebax 2018•Rojanekirin: 13 Tebax 2018
XEZZE
Li Xezzeyê ji ber ku dermanên kemoterapiyê yên ji bo nexweşiya pençeşêrê tên bikaranîn xilas bûn, tedawiya nexweşan hat rawestandin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê li Xezzeyê Eşref el-Qudra daxuyanî da çapemeniyê û got li Nexweşxaneya Rantîsiyê de dermanên ji bo tedawiya nexweşiya pençeşêrê tên bikaranîn ji ber ku xilas bûn, ew mecbur man ku tedawiya nexweşan xilas bikin.
Qudra got ji bilî dermanên kemoterapiyê dermanê bi navê neopogen a ku sîstema îmmînutiyê xurt dike jî xilas bûye.
Qudra anî ziman qeyrana dermanan divê bilez dawî bibe, lewra bi sedan nexweş di asta mirinê de ne.
Nexweşxaneya Rantîsiyê navê xwe ji Dr. Abdulazîz Rantîsî hildide ku ew yek ji serokê Hemasê ye. Li Xezzeyê bi tenê di vê nexweşxaneyê de tedawiya pençeşêrê tê kirin.
Dorpêçiya li ser Xezzeyê di demên dawîn de ji ber ku zêdetir bû wek hemû qadan di qada tenduristiyê de qeyranên mezin hene.