Endama Hîndekariyê ya Enstîtuya Onkolojiyê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dokûz Eylulê Doç. Dr. Yasemîn Baskin, da zanîn ku bi çend rê û rêbazan mirov dikare xwe ji pençeşêrê biparêze.
Baskinê daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku gelek tiştên ku em di jiyana xwe ya rojane de bikartînin dibin sedema pençeşêrê. Mînak bandora hewayê qirêj, hin xurek, hin faktorên derdorî hene.
Baskinê, da zanîn ku mirovek dema bêhna xwe vedide di heman demê de hin madeyên ku dibin sedema penêçeşêrê di laşê mirov de çêdibin. Baskinê got: "Laşê me her roj bi hezaran hucrêyên pençeşêrê çêdike, lêbelê hemû kes ji ber vê nexweş nakevin. Lewra sîstema xwe parastinê ya ku mirovan ji nexweşînan diparêze heye. Heke em li vê sîstemê baş binêrin, em ê nexweş nekevin."
-Ji bo xwe parastinê hin rê û rêbaz
Baskinê wiha vegot: "Hay ji xwarina xwe hebin. Bêxîretiyê nekin û gelek runenên. Teqez rojê 20 deqîqeyan sporê bikin. Xwarinên xwe li malê çêkin. Fêqî û sewzeyên bêhormon bixwin. Cixareyê nekêşin."